Di malekê de li gundê Besta Sûs ê herêma Koçerat a Dêrikê, bi pêşengiya Saziya Çand û Hunerê ya Pargîn zarok tên perwerdekirin.
Saziya Pargîn hewl dide mîrasa madî û manewî ya herêmê vejîne û biparêze.
Li hewşa malê 40 zarok li ber muzîka koçerî dîlanên kevnar digerînin.
Çavdêra perwerdeyê û mamoste Lona Xelîl derbarê projeyên saziyê de axivî.
Lona Xelîl diyar kir ku li kêleka fêrkirina dîlan û govendê, zarokan fêrî stranbêjiyê, wênekêşiyê, hunera deng jî dikin û got:
“Em ji vê projeyê armanc dikin ku behreyên zarokan bi pêş bixin.
Semînerên têkildarî çanda madî û manewî hefteyê 2 rojan têne lidarxistin.
Bi rêya vê bernameyê em hewl didin lîstikên kevnar ên herêmê jî vejînin.”
Lona anî ziman ku piştî bidawîbûna perwerdeyan, zarok dê berhemên xwe nîşan bidin û bi xwe belgefîlman amade bikin û derhênariya wê bikin.



