Vê salê jî dewleta Tirk bi hovîtî êrişî herêmê kir.
QSD’ê bîlançoya nîvê salê ji êriş û sûcên dewleta Tirk li dijî herêmê parve kir.
QSD’ê eşkere kir ku Di 399 êrişên dagirkeriyê 11 şehîd û zêdetirî 50 kes birîndar bûn.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê didomin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya nîvê salê ya êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê bi raya giştî re parve kir.
QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk li dijî xelkên herêmê sûcên şer didomîne û wiha got:
JI Dêrik heta Eyîn Îsa, ji Minbic heta Efîn-Şehba ji serê salê ve herêm rastî êrişên dagirkeriyê tên.
Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov û şer êrişî binesaziya herêmê, kadroyên bijîşkî, tîmên sivîl û rojnamevanan kir.
Di meha Gulanê di dema berhevkirina musim de bi zanebûn êrişî zeviyên xelkê kir da ku telef bike û xelk ji nanê rojê bê par bimînin.
Li Qamişlo jî di encama êrişên li dijî stasyonên petrolê çemê derdorê de ji ber herikîna petrolê bi avê re zirar dîtin.
Her wiha bi despêkirina werza havînê re, xelkên Qamişlo ji ber êrişên li dijî binesaziya herêmê ji eleketrîkê bê parin.
Di heman demê de Hesekê jî hîna êşa kirîza avê ji ber dagirkeriya Tirk dikişînin.
Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina Mala Birîndaran a bajarê Qamişlo sûcekî şer ê hovane pêk anî.
Di encamê de 2 fermandar û birîndarên şer Sorxwîn Rojhelat û Azadî Dêrik şehîd bûn.
Di van çarçoveyan de QSD’ê binpêkirinêm dewleta Tirk yên li dijî herêmê di 6 mehên dawî de bi daneyan wiha rêz kir:
Dewleta Tirk a dagirker bi giştî 399 caran êriş kir.
Ji wan 249 êrişên bi çekên giran, 86 caran jî bi balafirên şer pêk hatin.
Di encamê de di nav de zarokek û jinek, 5 welatî şehîd, 52 kes jî birîndar bûn.
Di êrişan de 6 hêzên leşkerî jî tev li kerwanê şehîdan bû.
Her wiha 26 saziyên binesaziyê yên herêmê û 13 herêmên çandiniyê hatin armanc girtin.



