Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê civînek li darxist.
Di civînê de hat diyar kirin ku armanc bi hevpeymana civakî ya jinan ew e ku em bi hev re karê xwe birêxistin bikin.
Bi dirûşmeya “bi hev re bi danîna hevpeymanek civakî destkeftiyên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin”, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê civînek li darxist.
Di civînê de 130 endamên ji tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.
Destpêkê, endama kordînasyona meclisa jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Stêr Qasim axivî û got:
“Şoreşa Rojava şoreşa jinan e, bi ked, têkoşîn û fedakariya jinan gelek destkeftî û pêşketin pêk hatin.
Armanca hevpeymana civakî ya jinan ew e ku em bi hev re karê xwe birêxistin bikin.
Divê em di bin vê sîwanê de, xwedî li destkeftiyên şoreşa jinan derkevin.”
Rapora rewşa siyasî jî hat xwendin û li ser rewşa jinan nîqaşek berfireh hat kirin.
Foza Yûsif: Hevpeymana civakî ya jinan wê di têkoşîna jinan de bibe qonaxeke nû
Endama Desteya Rêveber a (PYD) Foza Yûsif ku di civînê de axivî weha got:
Hevpeymana civakî ya jinan pir girîng e.
Pêwîstiya me bi hevpeymaneke civakî ya jinan ku mafên hemû jinan biparêze heye.
Ev qonaxeke nû ye di têkoşîna jinan de û em li tevahî jinan pîroz dikin.”
Piştî axaftinan, li reşnivîsa hevpeymana civakî ya jinan komîteya teng hat diyarkirin.
Biryar hat girtin ku komîteya teng a reşnivîsa hevpeymana civakî ya jinan ji 30 jinan pêk bê.
Endama meclisa kombûna jinan ya zenûbya Jiyan Dêrik derbarê mijarê ji Televizyna me re û behsa reşnivîsa hevpeymana civakî ya jinan kir.
Endama Qordînasyona meclisa jin ya Bakur û Rojilatê Sûriyê Jiyan Hisên jî diyar kir ku aemanca wan ya sereke avakirina hevpeymana civakî taybet bi jinan.
Sûad hiso jî diyar kir ku ew weke jinên Êzîdî û hemû jinên ji pêkhateyên din pêwistiya xwe bi vê hevpeymanê dibînin.



