Kombûna Jinan a Zenobya li her 4 kantonan Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê kampanya xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan daye despêkirin.Bi sedan jin beşdarî komên xwedinê dibin û sozyolojiya azadiyê dixwînin. Kombûna Jinan a Zenobya bi van koman armanc dike ku jinan li ser fikrekî azad bide rêxistin kirin.
Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatine despêkirin:
Li her 7 kantonên herêmê jin tevlî van komên xwendinê dibin.
Kombûna jinan a Zenûbiya jî ji bo rêxistinkirina jinan li ser fikrekî azad dest bi kampaniyai xwendina paraznameyên rêber Apo kir.
Niha li her çar herêmên rizgarkirî kom hatin vekirin û jin bi hev re parêznameyan dixwînin.
Jinên ku beşdar dbin hewl didin bi xwendina pareznameyên Rêber Apo re ber bi naskirina hebûnê ve biçin
Ev kom bi riya meclisan û komînan tê rêxistin kirin û roj bi roj ji her milî ve tên lipêşxistin.
Bi sedan jin beşdarî van koman dibin û bi rihekî hevpar parêznameya sozyolojiya azadiyê dixwînin.
Her wiha nîqaşên berfirehe derbarê giringiya xwendina jinê û naskirina wê ji fikrên Rêbertî û parêznameya sozyolojiya azadiyê de tên kirin.
Lê ne tenê weke demek ji xwendinê tê dîtin, jinên beşdar dibin di her kêliya jiyana xwe de vî fikrî piratîk dikin û xwe li ser rêxistin dikin.
Jinên beşdar dibin diyar dikin ku ew guhertinên mezin û girîng di jiyana xwe de dibînin.
Her wiha bang li hemû jinên herêmên rizgarkirî dikin ku beşdarî komên xwe1:18ndinê bibin.



