Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Rehab Îbrahîm derbarê pêngava Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk axivî û destnîşan kir ku divê hemû alî zanibin ku gel qebûl nake ku asayîbûn li ser hesabê wan be yan jî li ser xercê milekî xaka Sûriyê be.
Piştî 12 salan ji rûdana krîza Sûriyê, dewleta Tirkiyê ku serseba sereke ya kûrkirina aloziyê daye dû hikûmeta Şamê.
Lewra, pir şîrove û pirsnîşan derheqê vê mijarê de xwe didin der.
Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Rîhab Îbrahîm destnîşan kir ku bi destwerdana Tirkiyê di axa Sûriyê de û pêkanîna 3 operasyonên dagirkeriyê, eşkere bû ku Tirkiyê daye dû berjwendiyên xwe.
Rîhab Ibrahîm diyar kir ku dewleta Tirkiyê li jêr navê “herêma Ewle” berî da Sûriyê, lê di rastiyê de ewlehî û aramî têk birin.
Berpirsa Meclisa Jinên Sûriyê hişyarî da ku dê diyaloga dewleta Tirkiyê û hikûmeta Şamê li ser hesabê gelê Sûriyê be û divê her kes li dijî wê derkeve.
Koordînatora Giştî Meclisa Jinên Sûriyê bale bire ser rola meclisa xwe û piştrast kir ku pêdiviya jinan bi hêzeke siyasî heye da ku serkêşiya qonaxa li pêşiya Sûriyê bike.
Her wekî got ku gereke ji bo avakirina sîwanekê, nêrîneke pêşerojê hebe û hewldan hene Meclisa Jinan a Sûriyê vê rolê bilîze.
Ev gava han dê jinan bike xwedî helwestên diyarker.



