Bimre xiyanet, Bijî berxwedanan Gerîla,
Bi van siloganan, xelkê bajarê Til Temir û Zirganê bi meşekê berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk silav kir û hevkariya PDK’ê şermezar kir.
Bi van siloganan xelkê bajarê Til Temir û zirganê daketin qadan.
Xelkê herdu bajaran bi meşekê pîşgirtî da berxwedana gerîla ya li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê.
Meşa ku ji ber avahiya Dadgeha Gel destpê kirî li Çerxerêya Şehîd Qendîl vegûgehî mîtingê.
Li wir, cîgirê hevserokatiya Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re şermezar kir û got:
“Em bi eşkerayî dibêjin tevahî peyman û bazarên di navbera dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê de, wê nekaribin îradeya gelê me û hêza gerîlayên me têk bibin.
Em li vir in da ku piştgiriya xwe bi gerîlayên azadiyê re nîşan bidin.
Em dibêjin dê gerîlayên me bimînin, tu kes nikare wan têk bibe.”



