Bi wesîleya roja rûmetê, berxwedêrên 14’ê Tirmehê li Herêmê bi çalakiyan hatin bibîranîn.
Di çalakiyan de, hate gotin dê bi rihê berxwedana zindana Amedê destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.
Çalakiyên ji bo bîranîna şehîdên Berxwedêrên 14’ê Tirmehê didomin.
Vê carê jî li bajarê Çilaxa û Tebqayê ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tirmehê çalakî hatin lidarxistin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa ya Kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîdan li hev kom bûn.
Çalakî li navenda çandê bi beşdariya malbatên şehîdan, şêniyên bajar û gundên Çilaxa pêk hat.
Hevserokê Meclisa PYD’ê yê Çilaxa Ebduselam Ebas axivî û diyar kir ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê rihê Tevgera Rizgariya Kurdistanê temsîl dike û got:
“Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berxwedan û têkoşîna Rojiya Mirinê ji xwe re mînak digirin û dê bi heman rihî destekftiyên şoreşê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Dawiyê sînevîzyonek li ser qonaxên Berxwedana 14’ê Tîrmehê û nirxandinên Rêber Apo hat nîşandan.
Bi heman boneyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê jî şehîdê 14’ê Tîrmehî bi bîr anî.
Bîranîn li avahiya meclisê bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser û Partiya Sûriya Pêşerojê hat lidarxistin.
Di bîranînê de fîlmek li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê hat nîşandan û mûm li ber wêneyên şehîdên berxwedanê hatin pêxistin.
Saziya Malbatên Şehîdan û Federasyona Gaziyan şehîdên 14 Tîrmehê bi bîr anîn



