Rêxistina PYD’ê ya bajarê Til Hemîsê derbarê tecrîda li ser Rêber Apo panelek û Kombûna Jinan a Zenobya li Minbicê dewreyeke perwerdeya xwendina parêznameyên Rêber Apo li dar xistin.
Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” çalakî berdewamin.
Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Til Hemîsê panelek li dar xist.
Di panelê de, li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û tecrîda girankirî a girtîgeha Îmraliyê de nîqaş hat kirin.
Li wir, kêsên axivîn banga azadiya Rêber Apo kirin û wiha gotin:
“Rêbertî bi fîzîkî ragirtiye, lê bi fikir azad e.”
Ji lew re divê em têoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dewam bikin.”



