Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo herêmê tê wateya hebûna nasnameyê tunekirina siyasetên qirkirinê.
TEV-DEM’ê di daxuyaniyê de 19’ê Tîrmehê li Rêber Apo û hemû gelê herêmê Kurd pîroz kir û got:
“Şoreşa 19’ê Tîrmehê, li herêmê û cîhanê tecrubeyeke gelek girîng e.
Di şoreşê de guheritnên mezin li ser astên civakî, çandî, siyasî û parastinê hatin çêkirin.
Jin û ciwanan di rêveçûna şoreşê û pêşxistina wê de roleke pêşeng lîstin û bandoreke mezin a erênî li şoreşê kirin.”
TEV-DEM’ê di dawiyê de bang li gelê herêmê kir ku bi coş û girseyî tevlî şahiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bibin û bi awayekî xurt helwesta xwe li hemberî siyasetên qirkirinê raber bikin.
Saziya Malbatên Şehîdan û Federasyona Gaziyan şehîdên 14 Tîrmehê bi bîr anîn



