Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê û Yekîneya Avê ya Mensûreyê ya kantonê, dest bi avakirina stasyoneke ava vexwarinê kiriye.
Yekitî armanc dike avê ji gundên Hinêdî re peyda bike û barê li ser stasyona Ibadê sivik bike.
Li gorî hevserokê Yekîneya Avê ya Mensûrayê Ehmed El Nihar stasyon dê avê bide 30 hezar şêniyên li gundên Hinêdî yên Mensûrayê re.
El Nihar bi bîr xist ku xebatên amadekirina stasyona derve û stûnên hilmijan berdewam in.
Li gorî plansaziya projeyê, di stasyonê de 2 hilmij dê werin bicihkirin.
Her wiha dê torên avê bi dirêjahiya 2 hezar û 200 metre werin danîn.



