Li Fransayê hilbijartina serokê meclisa neteweyî pêk hat.
Di encama vê hilbijartinê de Yael Braun-Pivet bi 220 dengan ji nû ve bû Seroka Meclîsa Neteweyî.Piştî hilbijartinên parlemanî yên dawî, Meclisa Neteweyî bû sê blokên sereke yên siyasî.
Meclisa Netewî ya Fransa roja Pêncşemê ji bo hilbijartina serokê parlemanê kom bû.
Piştî hilbijartinên parlemanî ku gera yekem di 30’ê Hezîranê de û gera duyem jî di 7’ê Tîrmehê de bi dawî bû.
Piştî du tûrên dengdanê yên bê encam, Yael Braun-Pivet ji partiya navendî ya Macron 210 deng, namzedê koalîsyona çep û parlementerê komunîst André Chassaigne 202 deng stendin.
Li gor vê encamê Yael Braun-Pivet bi 220 dengan ji nû ve bû Seroka Meclîsa Neteweyî.
Piştî hilbijartinên parlemanî yên dawî, Meclisa Neteweyî bû sê blokên sereke yên siyasî.
Eniya Gel a Nû, koalîsyona çepgir a ku piraniya wan herî zêde ye, pişt re hevalbendên navendî yên Macron di rêza duyemîn de cih digirin û partiya rastgir a tund a Neteweyî jî partiya sêyemîn bû.
Lê ti partiyek nikarîbû piraniya mutleq bi dest bixe.
Piştî ku Macron roja Sêşemê tevî wezîrên din îstifaya Serokwezîr Gabriel Attal qebûl kir, Civîna Meclîsa Neteweyî pêk hat.
Dema ku Fransa xwe amade dike ku mazûvaniya Olîm-piyadên Parîsê di dawiya mehê de bike, Macron daxwaz kir ku erkên wezîran bi awayekî demkî were domandin heya ku hukûmetek nû were destnîşankirin.
Macron ê ku ji bo beşdarî Civîna Civaka Siyasî ya Ewropayê bibe çû Îngilîstanê.
Li Fransayê hîna serokwezîrê nû nehatiye diyarkirin
Di Meclisa Neteweyî ya Fransayê de ji 3 blokên sereke bi giştî 6 namzet ji bo Serokatiyê hevrikî kirin.
Tê fikirîn ku namzetê hilbijartî dê nîşanên yekem ên hevbendiyên potansiyel ên di navbera blokên cûda de eşkere bike.
Ji ber vê sedemê di diyarkirina serokwezîrê paşerojê yê welêt de kî ji bo Serokatiya Meclîsê bê hilbijartin dibe ku diyarker be.
Ji bo ku namzetek were hilbijartin divê di tûra yekem an ya duyemîn de dengên herî kêm nîvê 577 parlementerên Meclîsa Neteweyî werbigire.
Ger ti namzet 288 dengan nestîne, di tûra sêyemîn de namzedê ku herî zêde deng bi dest bixe, weke Serokê Parlamentoyê tê hilbijartin.
Endamên Eniya Gel a Nû ku herî zêde kursiyên meclîsê bi dest xistin, ji Serokkomar xwestin ku wan ji bo avakirina hikûmeta nû binirxîne.
Ji bo kengê divê serok serokwezîrekî nû destnîşan bike, demek diyarkirî nîne.



