Şêniyên bajarê Hesekê û Til Birak cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Îbrahîm El Hesen bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.
Piştî oxirkirinê şeneyan berê xwe dan bin konê sersaxiyê û malbata şehîd bi tengê nehiştin,
Di sersaxiyê de şêniyan gotin, ew ê heta dawiyê li pey şopa şehîdên xwe bin.
Piştî oxirkirina cenazeyê Şehîd Demhat, şeneyan berê xwe dan bin konê sersaxiyê û li kêleka malbatê Sekinîn.
Konê sersaxiyê li gundê Simêhan ê rojavayê bajarê Til Birak hat vedan.
Li bin kon jî, kesên axivîn diyar kirin ku Şehîd sembola welatparêziyê, serbilindiyê û serfiraziyê ne.
Ji bo em xeta jiyanê rast bikin, me li hember pergalên dijminên mirovahiyê, rêya berxwedanê û fedakariyê hilbijart.
Em ê heta dawiyê li pey şopa şehîdên xwe bin.
Dawiyê wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.



