Li beşên kurdistanê, peyamên pîrozbahiyê bi boneya 19’ê Tîrmehê ‘Şoreşa Rojava’ hatin dayîn.
Dem Partî, KNK’ê û Tevgera Azadî daxuyanî weşandin û tê de gotin: “Şoreşa Rojava mohra xwe li dîrokê da û bandoreke mezin li gelê Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî kir.”
Bi boneya 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava, ji beşên kurdistanê peyamên pîrozvahiyê hatin dayîn.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê bi bonaya salvegera şoreşa Rojava daxuyaniyek da.
Dem Partî 19’ê Tîrmehê li tevahî gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got:
“Gelê Kurd û dostên wan bi Şoreşa Rojava rêyek ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan diyar kir.
Şoreşa Rojava ne tenê hovîtiya DAIŞ’ê têk bir, her wiha li dijî êrişên hêzên alîgirên DAIŞ’ê pêvajoyeke şoreşgerî ya bêhempa ava kir û ji bo gelê bindest bû hêviyek.”
Dem Partî bang li gelên cîhanê û hêzên navnetewî kir ku êrişên li dijî destkeftiyên Şoreşa Rojava rawestînin û bi erkên xwe yê wijdanî rabin û wiha got:
“Gelên me li kîjan deverê dibin bila bin, xwedîderketin û parastina nirxên Şoreşa Rojava erkê me hemûyan e.”
KNK: Ji bo avakirina xweseriyê berdêlên giran hatin dayîn
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê jî bi heman boneyê daxuyaniyek da.
KNK weha behsa şoreşa rojava kir:
“Ev 12 sal in Kurd û Kurdistaniyan bi bedelên gelekî giran xweseriya xwe ava kirin.
Dewleta Tirk jî, ji bo têkbirina destkeftiyên vê şoreşê êrişên xwe dewam dike û çavên wê lê ye ku hîn jî erdnîgariya dagirkeriya xwe firehtir bike.
Lê berxwedana gelê herêmê îsbat dike ku ew li hember tu êrişan serî netewînin û nirxên şehîdên xwe biparêzin.”
KNK’ê dawiyê, 12 saliya avabûna xweseriya demokratîk a Rojavaya Kurdistanê li xelkên Kurdistanê, rêvebiriya polîtîk, îdarî û leşkerî pîroz kir.”
Tevgera Azadî: Şoreşa Rojava bangor li gelên Rojhilata Navîn û cîhanê kir
Her wiha Tevgera Azadî jî peyamek bi vî rengî parve kir:
“Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê bandora xwe li ser Kurdistanê kir, di nav hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê de deng veda. Ev serhildana ku mohra xwe li dîroka mirovayê daye, îradeya civakê bi paradîgmaya azad û demokratîk rêxistin kir û dikare di sîstema desthilatdariyê de jî gelek guhertinan bike.”



