Îro Şêniyên bajarê Dirbêsiyê meşiyan, daxwaza xwe ya azadiya fîzîkî a Rêber Apo dubare kirin û gotin:
Heya azadiya Rêber Apo misoger bibe, emê dev ji têkoşîna xwe bernadin.
Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo rojane dadikevin qadan.
Bi vê helwestê, îro xelkê bajarê Dirbêsiyê bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
01:04-01:11
Meşa ji Qada Jinan a li bajêr dest pê kir li çerxerêya Şaredariyê veguherî mîtingê.
Di mîtingê de, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hat şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê gel her tim li qadan be.



