Gerîlayê HPG, şehîd Dilgeş Ednan bi merasîmekî xiyabî li Şedadê hat bibîranîn.
Bi sedan xelkê bajarê Şedadê berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Dilgeş û sersaxî ji malbatê re xwestin.
Gerîlayê HPG’ê Dilgeş Ednan 25’ê Hezîrana 2024’an li Zapê di bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Xelkê bajarê Şedadê, malbata şehîd Dilgeş bi tenê nehiştin û jibo sersaxiyê herikîn bi kon.
Li bin kon, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat El Îbrahîm axivî û got:
“Şehîd Hemze tevlî gerîla bû û li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û metoda şehîdan têkoşiya.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ûde El-Hisên jî diyar kir ku gerîlayên leheng li dijî dijminê hov sekinînin û berxwedanî kirin.
Endamê rêveber ê rêxistina PYD Fadil El Ehmed jî anî ziman gelê herêmê bi saya fedakariyên şehîdan di ewlehî û îstîqrarê de ye.
Dawiyê, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.



