Di êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser bajarê Til Rifetê de 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êvarî gundên girêdayî Til Rifatê topbaran kiribûn.
Dagirkeran vê carê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Bêlûniyê û Minix yên Til Rifetê kirin armanc.
Di encama topbaranê de, 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.
Navên leşkerên ku birîndar bûne ev in:
شجاع غسان Şûcai Xesan, Recep Cerûd, Ebdullah Xemîs û Elî Xalid.
Li hember van êrişan, hikumeta şamê bê-denge.



