Beriya 4 seatan 180 girtî ji girtîgeha Navendî ya bajarê Hesekê hatin berdan.
Ev yek di çarçoveya pêkanîna biryara efûyê ya Rêveberiya Xweser de pêk hat.
Ev pêşiniyar di civîna sêalî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hatibû dayîn.
Li vî esasî jî ev pêşiniyar ji aliyê Meclisa Gelenan ve weke biriyar hate ragihandin.
Malbatên girtiyan, şêx û rûspiyên herêmê li pêş girtîgehê kom bûn da ku xizmên xwe pêşwaz bikin.
Têkildarî berdana girtiyan hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Mislit axivî û got:
“Em hêvî dikin ku ev kesên tên berdan bibin beşek ji civakê.”
Serbestberdana girtiyên qanûna efûyê di nava xwe de dihewîne, wê li ser beşan ben berdan.
Ev yek jî wê pêk were piştî Desteya Edaleta Civakî û rêveberiya girtîgehê tedbîrên guncaw ji bo girtiyan bistîne.



