CPT cara yekem e derbarê tecrîdê de pirs bersivandin û diyar kir ku tecrîd nayê qebûlkirin, lê qala berpirsyariya xwe nekir.
CPT’ê qebûl kir ku tecrîd dijberî standartên navneteweyî ye.
CPT destnîşan kir ku girtiyên li Îmraliyê 158 saetên hefteyê, di bin îzolasyonê de derbas dikin, lê belê ev bêhiqûqî bi nav nekir.
Tevî hemû fikaran jî CPT’ê got, “dema me pêdivî pê dît, em dikarin serdana Îmraliyê bikin” û ji tecrîda mutlaq re ev bersiv da, “muameleya xirab nîne.”
Ajansa ANF’ê têkildarî tecrîdê xwest bi CPT’ê re hevdîtinê pêk bînin.
Ji ajansa ANF’ê hat xwestin ku hevpeyvîn li ser navê Sekreterê Rêveber ê CPT’ê Hugh Chetwynd, were weşandin û bersivên ku CPT’ê dayîne, weke heyî werin parvekirin.
Li ser pirsa ‘gelo ji ber Tirkiyê erê nekiriye hûn raporê naweşînin?’ CPT’yê ev bersiva da:
“Peymana ku CPT ava kirî, li ser esasê du bingehan e: Hevkarî û nepenî. Weke encam, CPT tenê dikare bi destûra dewleta din raporê biweşîne.”
Ji tecrîda mutlaq re bersiva ‘muameleya xirab nîne’ hat dayîn
CPT diyar kir ku ji bo girtiyên li Îmraliyên, komîte diyalogê bi rayedarên tirk didomîne lê ev diyalog veşartî ye û got:
“Bi vê yekê re mîna serdanên di sala 2019’an û beriya wê de, şandeyê ti îdîa ne wergirtine ku rayedarên girtîgehê muameleyeke xirab li girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê dike.
CPT’ê 9 caran û di her carê de di çarçoveya ‘xweser’ de serdana Îmraliyê kiriye.
CPT eger pêdivî pê bibîne, dibe biryar bide ku serdaneke nû li Îmraliyê bike.”
“Em bi parêzerên Abdullah Ocalan re di nava peywendiyan de ne”
CPT da zanîn ku CPT rewşa Rêber Apo û sê girtiyên din, pir ji nêz ve dişopîne û wiha domand:
“Ji xeynî diyaloga ku bi rayedarên neteweyî re dewam dike, CPT bi rengekî rêkûpêk bi parêzerên Abdullah Ocalan re jî di nava peywendiyê de ye.
CPT’ê di rapora xwe ya serdanê ya 2019’an de diyar kiriye ku hemû girtî piranî car di bin îzolasyonê de tên ragirtin. Li gorî CPT’ê rewşeke wiha nayê qebûlkirin.
Peywendiya girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ya bi cîhana derve re, her tim di navbera CPT û rayedarên Tirk de bûye mijara diyalogek zêde û demdirêj.”
“Em nikarin zêde agahî parve bikin”
CPT’ê eşkere kir ku astengkirina serdanên parêzer û endamên malbatê, nayê qebûlkirin û ev yek bi eşkere binpêkirina peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye û got:
“CPT bi sîstematîk ji rayedarên neteweyî yên dewletê, daxwaz dike ku bersivê bide raporên jê re hatine şandin.
Bersiva ku hikûmeta Tirk ji pêşniyarên di rapora 2019’an de hatî diyarkirin re dayî, di malpera înternetê ya komîteyê de heye.
Ji dervey agahiyên bersiva rayedaran, ti agahiyên din nayên weşandin.”
CPT 2 pirsên ANF’ê bê bersif hiştin.
TJK-E: Zêdeyî 20 hezar jinan li dijî tecrîdê name ji CPT’î re şandin



