Du sal berê li ser riya Qamişlo ereberyek fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan e ji aliyê Tirkiyê ve hat hedefgirtinû şehîd bûn. van her sê têkoşeran bi ked, hewldan û têkoşîna xwe karî bibin hêviya jiyana azad a tevahî mirovahiyê.
Li ser Şopa wan bi hezaran jin ber bi azadiyê ve herikîn.
Îro salvegera duyemîn a şehadeta yek ji fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan e.
Selwa Yuisf (Jiyan Tolhildan) li gundê Memala yê navçeya Raco ya kantona Efrînê, sala 1980’î ji dayik bû.
Jiyan di malbateke welatparêz de ku bi têkoşîna xwe ya li ser fikrê rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji 1980’an ve, tê naskirin, mezin dibe.
Şehîd Jiyan piştî dîlgirtina rêber Abdulah Ocalan di sala 1999`an de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.
Bi tevlêbûna xwe di wê demê de xwest bersivê bide hêzên faşîst ku berxwedana wan berdewam e û dev ji rêya şehîdan bernadin.
Bi destpêkirina şoreşa Rojava re ji karê rêxistinkirina gel, avabûna YXG’ê heya artêşbûna YPJ’ê û xebatên YAT’ê bi ked û fedekariyeke mezin kar kir.
Hêz û vîna Fermandar Jiyan baweriya jiyana azad di hemû jinan û civakê de ava kir.
Li hember çeteyên DAİŞ`ê ya fermandar Jiyan di sala 2013’an li Serêkaniyê li hember çeteyên El-Nusra, Şêxmeqsûd, Şedadê, Minbicê heya Dêrazorê pêngava têkbirina çeteyên DAİŞ`ê, çeper bi çeper şer kir.
Fermandar Roj bi nasnav Ciwana Heso di nava malbateke welatparêz de li Dirbêsiyê mezin dibe.
Di demeke kin de di nava şoreşê de dibe xwedî ezmûn û bi felsefeya azadiya jin dibe jineke şoreşger a xwedî vîn û hêz.
Li hember çeteyên DAİŞ`ê bi hêzên koalisyonê re tevlî pêngavên rizgarkirinê bû.
Barîn Botan bi nasnav Ruha Beşar li Efrînê di nava malbateke welatparêz de mezin bû.
Bi destpêkirina şoreşa Rojava re bandor dibe û tevlî refên YPJ’ê dibe.
Şehîd Barîn ji bo têkbirina dagirkeriyê bi idda û biryardariyeke mezin tekoşîn kir.
Her sê jinên Têkoşer 22’ê Tîrmeha 2022’an ji aliyê Tirkiyê ve li ser Qamilo hatin hedfgrtin.
Dagrekriya Tirkiyê di şexsê şehîd Jiyan Tolhildan de xwest xeta jina azad hedef bigre.
Heta kêliya dawiya jiyana xwe ji bo jiyaneke azad û demokratîk li ber xwe da.



