Şerê Îsraîl û Hemasê di 290 rojan de jî berdewam kir.
Artêşa Îsraîlê êrîşî Xan Yunisê ya li Şerîda Xezayê kir 20 kes mirin.
Her wiha Artêşê biryara valakirina Xan Yûnisê da ku operasyonek li dar bixin.
Li aliyê din jî şandeyeke Îsraîlê ji bo peymana pevguhertina girtiyan berê xwe da Doha ya paytexta Qeterê
Li Şerîda Xezayê hejmara miriyan zêde dibin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistinê ya li Xezayê ragihand ku hejmara miriyan derket 39 hezar û 6 kesan.
Hejmara birîndaran jî derket 89 hezar û 818 kesan.
Di êrîşa Îsraîlê de li Xan Yûnisê 30 kes mirin
Êrîşên hêzên Îsraîlî yên li ser Şerîda Xezayê , giraniya xwe li bajarê Xan Yûnis ê li başûrê welêt dikin.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Telegramê yê televizyona El-Eqsayê hat dayîn, di êrîşên ku artêşa Îsraîlê li rojhilatê bajêr bi balefirên şer û topan êrîşî gund û bajarokên rojhilatê bajêr kirin, 30 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Fîlîstîniyên mirî û birîndar ji aliyê welatiyan û ekîbên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Di dema êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî niştecihên taxên Til es-Sultan û Siûd ên li rojavayê bajarê Refahê, dûmaneke qalind ji herêmê bilind bû.
Her wiha hêzên Îsraîlî li herêmên bakurê Xezayê jî êrîşên hewayî pêk anîn.
Fermana valakirina rojhilatê Xan Yûnisê
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku ew ê li bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Şerîda Xezayê “operasyoneke xurt” li dar bixin.
Artêşa Îsraîlê ji bo herêmên rojhilatê bajarê Xan Yûnisê biryara valakirinê da.
Li gorî nûçeya Reutersê, artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya li ser vê mijarê de diyar kir ku “li sînorên herêma sivîl ji bo ku sivîlan ji herêmên nakok dûr bixin, amadekariyên xwe kirine.”
Şandeya Îsraîlî roja Pêncşemê dê biçin dohayê
Di dema ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê berdewam dikin, hewldanên ji bo agirbest û pevguhertina dîlan bi Hamasê re berdewam in.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku şandeya bi serokatiya Rêveberê Mossad Davîd Barnea , Ajansa Îstixbarata Derve ya Îsraîlê dê roja pêncşemê ji bo danûstandinên peymanê biçe Doha ya paytexta Qeterê.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Îsraîlê de hatin belavkirin, Serokwezîr Benjamin Netanyahu bi kabîneya ewlehiyê re hat cem hev û li ser peymana danûstandinê axivî.
Hat diyarkirin ku şandeya Îsraîlê ji bo du şertên nû yên ku Netanyahû di danûstandinan de israr kiribûn, li gorî peymanê pêk bîne dixebitin.



