Rêveberê kanala KNN Dehên Haşim derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê de axivî û got:
“Armanca Tirkiye ya vê carê mezintire, dixwaze vê carê li nav xaka Başûr bimîne û di hemû warî de dagirkeriyê bike.
Divê medya Kurdî, dagirkeriyê bixe rojeva xwe.”
Ji ber bê helwestiya Iraq, aliyên siyasî yên herêmê û hevkariya PDK’ê, êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirin xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Di demên dawî de dewleta Tirk bi sedan wesayîtên zirxî û hezaran leşker veguhestiye Başûrê Kurdistanê.
Sewqiyat jî hemû bi hevkariya PDK’ê pêktê.
Derbarê mijarê de rêveberê kanala KNN ya li Silêmaniyê rojnamevan Dahên Haşim axivî.
Rojnamevan Dahên Haşim diyar kir ku armanca artêşa Tirk vê carê cûda ye û wiha pêde çû:
“Tirkiye vê carê bi armancek hîn mezintir hatiya nav xaka Kurdistanê.
Mixabin Hikumeta Iraq û aliyên siyasî yên herêmê dijî dagirkeriyê bêdengin.
Dewleta Tirk bi vê dagirkeriyê dixwaze vê carê li nava xaka Başûrê Kurdistanê bimîne.”
Rojnamevan Dahên Haşim: Divê aliyên siyasî û xelkên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê rabe
Dahên Haşim da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze xewna xwe ya Mîsaqî Milî zindî bike û di sala 2025’an de jî vê plana xwe bixe meriyetê.
Haşim li dijî vê yekê wiha got:
“Pêwîste aliyên siyasî û xelkê Kurdistanê dijî êrişan rabin ser xwe.
Nebûna helwestek dijî dagirkerî û êrişan jî cihê xemginiyê ye.
Divê dewletên ku Kurd lê hene, pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.
Ji bo vê jî divê Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê jî hewl bidin dawî li van êrişane bînin.”
Rojnamevan Dahên Haşim: Divê medya Başûr dagirkeriya dewleta Tirk bixe rojeva xwe
Rojnamevan Dehên Haşim di dawiyê ev bang li medya Kurdî kir:
“Divê medya Kurdî li ser êriş û dagirkeriyê hişyariyê belav bike,
Ji ber ku ev êriş ne tenê pêvajoyek leşkeriye, di heman demê de armanc dagirkirina çand, aborî û xaka Kurdistanê ye.”
35 partî û rêxistinên herêmê ji bo Başûrê Kurdistanê bang kir



