Komeleya Rojava ya Çanda Kurdî li Qamişlo têkildarî guhartina demografî û helandina çandî li herêmên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, forumeke diyalogê li dar xist.
Di forumê de rewşenbîr û akademisyenan siyasetên guhartina demografîk û helandina çandî ya ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne nîqaş kirin.
Beşdaran jî anîn ziman ku divê binpêkirinên ku li herêmên dagirkirî tên kirin di raporên hiqûqnasan de werin belgekirin û ji raya giştî ya navneteweyî re bên pêşkêşkirin.
Komeleya Rojava ya Çanda Kurdî li Qamişlo têkildarî guhartina demografî û helandina çandî li herêmên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, forumeke diyalogê li dar xist.
Di forumê de akademisyen, rewşenbîr û kesayetên ji herêmên dagirkirî beşdar bûn.
Forum li ser du mijaran hat birêvebirin, mijara yekemîn ‘Nasnameya Nîştimanî û Çandî û siyasetên helandina çandî li herêmên dagirkirî’.
Mijara duyemîn jî li ser ‘dizî, talankirina şûnwaran û guhartinên li herêmên dagirkirî’ bûn.
Siyasetên Tirkiyê yên li dijî nasnameya nîştimanî û çandî ya Kurdî
Di mijara yekemîn de mamosteyê beşa dîrokê ya Zanîngeha Rojava Sîpan Îsmaîl axivî û bal kişand ser siyasetên koçberkirin û guhartina demografî ya li herêmên dagirkirî.
Her wiha nivîskar û lêkolerê dîrokê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Kakşar Oramar bi rêya Zoomê beşdar bû û bal kişand ser siyasetên li dijî çand û şûnwarên Kurdî û got:
“Ev siyaset xwedî bandor û kokên dîrokî ne û armanca wan derbekirina nasnameya Kurd û wêrankirina şûnwarên şaristaniya Kurdî ne.”
“Divê binpêkirinên li herêmên dagirkirî tên kirin di raporên hiqûqnasan de werin belgekirin”
Di dawiyê de beşdaran diyar kirin ku divê stratejiyeke taybet li gel rêveberên li Rojava û Başûrê Kurdistanê hebe ku parastina çandê were kirin
Her wiha beşdaran anî ziman ku divê ev binpêkirin di raporên hiqûqnasan de werin belgekirin û ji raya giştî ya navneteweyî re bên pêşkêşkirin.



