Şêniyên Dirbêsiyê êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başurê Kurdistanê şermezar kir .
Şêniyan bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê dakevin qadan.
Şeha Şêxî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Başûrê tunekirina gerîla û gelê Kurd e û got:
Em ê heta dawiyê piştgiriya gerîlayan bikin.”
Ednan Mihemed jî bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hemberî dagirkirina gund û bajarokên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got:
Helwesta malbata Barzanî ku di êrişên li ser gerîla destekê dide dewleta Tirk a dagirker nayê qebûlkirin.
Welatiya bi navê Foza Yûsif êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd wekî berdewamiya komploya navnetewyî bi nav kir û got:
“Dewleta Tirk bi durxistina Rêber Apo ji gel armanc dike berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne.”
35 partî û rêxistinên herêmê ji bo Başûrê Kurdistanê bang kir



