35 partiyên siyasî û rêxistinên civakî bi daxuyaniek hevbeş êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Aliyan bang li hikumeta Bexda û hêzên nîştimanî yên Iraqê kirin ku li hemberî binpêkirin û sûcên dermirovî berpirsyariyên xwe yên mirovî û qanûnî bi cih bînin.
35 partiyên siyasî û rêxistinên civakî ên Heremê têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku dewleta Tirk li ser komkujiyên li dijî gelan û civakan ava bûye û heta roja îro li gorî heman zîhniyeta şovenîstî tev digere.
Partiyên siyasî û rêxistinên herêmê gotin:
Dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê ‘PKK’ êrişên xwe yên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê didomîne.
Weke nûnerên partî, rêxistinên civaka sivîl, gel û tevahî civakê em êrişên sîstematîk şermezar dikin.
Em bang li hikumeta Bexda û hêzên nîştimanî yên Iraqê dikin ku dawî li êrişên hovane yên dagirkirinê bigirin.
Her wiha bang li civata navneteweyî û saziyên wê têkildar jî hat kirin ku tevahî tedîbrên pêwîst bigirin û pêkhateyên Iraqê biparêzin.
Dawiyê 35 partiyên siyasî û rêxistinên civakî ên Heremê li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe bi gelê Iraqê re ragihandin.



