Hizbûllah bi moşekan êrîşî Îsraîlê kir.
Hat diyarkirin ku li bakurê Îsraîlê wargeha Tsuriel bi fuzeyên Katyuşa hatiye hedefgirtin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku piraniya mûşekan hatine astengkirin.
Hizbullaha Lubnanî ragihand ku wê bi mûşekên Katyûşa, bajarokê Tisuriel li bakurê Îsraîlê kir armanc.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Hîzbullahê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li nêzî sînorê Lubnanê li dijî yekîneya Tisuriel a Îsraîlê cara ewil êrîş tê kirin.
Di daxuyaniye de hat destnişankirin ku bi dehan fuzeyen Katyuşaye ji bo bajaroka mijara gotine hatin şandin.
Her wiha hat balkişandin ku li Lubnanê li dijî êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî sivîlan qezaya Tisuriel hat hedefkirin.
Îsraîl: Pergala parastina hewayî moşekan asteng kir
Ji aliyê din ve artêşa Îsraîlê ragihand ku piraniya 10 mûşekên ku ji başûrê Lubnanê ber bi herêma Celîlê ya jorîn a Îsraîlê ve hatine avêtin, ji aliyê pergalên hewayî ve hatine têkbirin.
Artêşê diyar kir ku ji ber hişyariya xelet a hedefên esmanî yên li derdora Hayfayê, fuzeyên pêşîgirtinê yên ji pergalên parastina hewayî bi xeletî hatin avêtin.
Li ser medyaya civakî dîmenên fuzeyên ku li herêma Celîlê li hewa digerin û dengên teqînan hatin parvekirin.
Li herêma Hayfayê dîmenên fuzeyên navbirî yên ku li hewayê bi pêş ve diçin li ser ekranan hatin nîşandan.
Hat ragihandin ku duh ji ber êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li ser depoya çekan a li bajarê Adlûn a bajarê Surê ya li başûrê Lubnanê, li herêmê teqînên xurt qewimîn û herî kêm 3 kes birîndar bûn.



