Ukrayna bi balafirên bê mirov êrîşî keştiya rêwiyan a Rûsyayê kir û di encama vê yekê de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku parastina esmanî ya Rûsyayê 21 balafirên bêmirov li ser Kirim û Behra Reş îmha kirine û asteng kirine.
Li aliyê din di meha Tîrmeh û Tebaxê de, hevalbendên rojavayî dê di çarçoveya înîsiyatîfa Çek de 100 hezar cebilxaneyên zêde ji Ukraynayê re bişînin.
Hat ragihandin ku li başûrê Rûsyayê di êrîşa balafirên bêmirov ên Ukraynayê de li ser keştiya rêwiyan kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gorî valiyê Kras-nodar Veniamin Kondratyev, çend balafirên bê mirov keştiyeke geştiyariyê li Bendera Kavkaz li herêma Krasnodar kirine armanc.
Kondratyev tekez kir ku metirsiya belavbûna agir tune ye.
Di vê keştiyê de kesek mir û 5 kes birîndar bûn
Bendera Kavkaz ku yek ji mezintirîn benderên rêwiyan ên Rûsyayê ye, bi rêya hesin û ferîbotan axa Rûsyayê bi Kirimê ve girêdide.
Di dawiya meha Gulanê de ji ber girîngiya wê ya herêmî, hate ragihandin ku Ûkraynayê heman herêm kiriye hedef û li nêzî Bendera Kavkazê êrîşî termînala petrolê kiriye.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku parastina esmanî ya Rûsyayê 21 balafirên bêmirov li ser Kirim û Behra Reş îmha kirine û asteng kirine.
Komara çek dê sed hezar cebilxane bişîne Ukraynayê
Li aliyê din di meha Tîrmeh û Tebaxê de, hevalbendên rojavayî dê di çarçoveya înîsiyatîfa Çek de 100 hezar cebilxaneyên zêde ji Ukraynayê re bişînin.
Li gorî nûçeya Ceske Noviny, Wezîrê Karên Derve yê Çek Jan Lipavsky got:
“Em ê di meha Tîrmeh û Tebaxê de 100 hezar cebilxaneyên din bişînin.
Niha em li pereyan digerin ku cebilxane zêdetir bikirin da ku însiyatîfa di sala 2025’an de berdewam bike.”
Lîpavskî da zanîn ku niha 18 welat tevlî înîsiyatîfê bûne û ji wan 15 welatan sozên xwe bicih anîne û tevkariyê kirine.
Li gorî wezîr, ev tê wê wateyê ku têra fonê heye ku heya dawiya sala 2024’an 500 hezar cebilxane radestî Ukraynayê bike.
Di 16’ê Tîrmehê de, Serokwezîr Denis Shmygal (şîmîgal) ragihand ku Ukraynayê 50 hezar guleyên ewil ji Komara Çek wergirtine.



