Duh endamek Tevgera Goran Seryas Ewnî li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hate revandin.
Piştî wê jî asayîşa PDK’ê bi hovane ew êşkencekirin.
Derbarê mijarê de Ofîsa Tevgera Goran ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên asayîşê yên girêdayî PDK’ê, endamê wan Seryas Ewnî ku tenê ji ber parastina mafê xelkê kiriye, revandin û êşkencekirine.
Tevgera Goran ragihand ku Asayîşa Hewlêrê ji êşkenceyê berpirse.
Hêjayî gotinê ye piştî ku Seryas Ewnî hate êşkencekirin, duh hate berdan.
Ewnî ku ji medya navxweyî re axivî, hate dîtin ku di nava xwinê de maye û hatiye êşkencekirin.



