Li Kanadayê ji ber şewata daristinan li herêma Jasperê nêzî 4 hezar û 700 kes hatin tehliyekirin.
Rayedarên heremê hişyariya lezgîn dan.
Li aliyê din jî li başûrê Etiyopyayê hejmara miriyan derket 229 kesan.
Li gor daxuyaniyên rayedaran dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibin.
Li Kanadayê şewata daristanan demeke dirêje didome.
Rayedarên parêzgeha Alberta ya Kanadayê ji ber şewata daristanan banga “tehliyekirina” niştecihên li herêma Jasper kirin û hişyariya “lezgîn” dan.
Rayedarên Şaredariya Jasperê diyar kirin ku pêvajoya tehliyekirina 4 hezar û 700 niştecihan û ziyaretvanên Parka Neteweyî bi aramî derbas bûye.
Ji ber şewatê 4 hezar û 700 kes ji heremê hatin derxistin
Wezîrê Rêvebiriya Lezgîn a British Columbia, Bowinn Ma, li ser hesabê xwe yê medya civakî X’ê peyam parve kir ku ew ê alîkariya niştecîhên ku ji Jasper hatine derxistin bikin ku stargeh bibînin.
Rayedara parêzgeha Alberta Christie Tucker ragihand ku şewata daristanan ji 19ê Tîrmehê vir ve li qadeke bi qasî 95 hezar hektar belav bûye.
Li başûrê Etiyopyayê şemîtîna axê
Li başûrê Etiyopyayê jî bîlançoya şemîtîna axê zede dibin.
Rayedarên li welêt di daxuyaniya xwe de ragihandin ku di nav de jin û zarok hejmara miriyan derketiye 229 kesan.
Yek ji rayedarên herêma başûr Alemayehû Bawdî ev agahî parve kir:
“Hejmara miriyan 229 kes hatin tespîtkirin ku 148 mêr û 81 jin in.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.”
Li Etiyopyayê hejmara miriyan derket 229 kesan
Yek ji berpirsan Misikir Mitiku di daxuyaniya xwe ya ji bo televizyona dewletê de anî ziman ku dibe ku di nav miriyan de endamên tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hebin.
Serokê Ofîsa Ragihandinê ya Herêma Gofayê Kassahun Abayneh jî diyar kir ku li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin û di dema xebatê de gelek xebatkarên xilaskirinê di nav heriyê da man.
Li başûrê Etiyopyayê, şimitîna axê bi piranî di navbera Hezîran û Tebaxê de, ku demsala baranê ye, diqewime.



