Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric da zanîn ku li Sûdanê 23 milyon kes nikarin xwarin peyda bikin.
Dujarric ragihand ku 750 hezar kes li ber xelayê ne û diyar kir ku di demsala baranê de wê rewş xerabtir bibe.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de anî ziman ku gelê Sûdanê bi “senaryoya herî xirab” re rû bi rû ye.
Dujarric diyar kir ku tenê ji sedî 30 ê 2,7 mîlyar dolarê ku salane ji bo plana mirovahî ya Sûdanê hewce dike tê fînanse kirin.
Dujarric, da zanîn ku li Sûdanê 23 milyon kes nikarin xwarin peyda bikin û wiha got:
“Heger em mînak bidin ev yek bi tevahî nifûsa Awûstralyayê re têkildar e.”
Dujarric ragihand ku 750 hezar kes li ber xelayê ne û diyar kir ku di demsala baranê de wê rewş xerabtir bibe.
Li Sûdanê jicîhûwarbûn zêde dibe
Welatê Sûdanê yê Afrîkaya Rojhilat ji ber şerê 15 mehan di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de bi krîza herî mezin a jicîhûwarkirin û birçîbûnê re rû bi rû ye.
Tevî ku hejmara kesên ku rasterast ji pevçûnan jiyana xwe ji dest dane 16 hezar e jî, lê tê texmînkirin ku ji ber hilweşîna pergala tenduristiyê hejmara miriyan gelekî zêdetir e.
Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî ji destpêka şerê li Sûdanê di Nîsana 2023’yan û vir ve 7 mîlyon 720 hezar û 119 kes ji cih û warên xwe bûne.
Amerîka li Swîsreyê dê bi hemîdetî re bicive
Fermandarê Hêzên Piştgiriya Bilez a Sûdanê ku zêdetirî salekê ye bi artêşê re di nava şer de ye, duh derengiya Sêşemê banga Amerîkayê ya ji bo hevdîtinên agirbestê yên bi artêşê re li Swîsreyê pêşwazî kir.
Mohamed Hamdan Daklu bi nasnav Hemîdetî di daxuyaniya xwe ya bi rêya medyaya civakî X’ê de vexwendina Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Hemîdetî got:
“Ez radigihînim ku em ê beşdarî hevdîtinên agirbestê yên ku dê di 14’ê Tebaxa 2024’an de li Swîsreyê bên kirin, bibin.”
Hemîdetî banga hevdîtinê ya Amerîkayê bi kêfxweşî pêşwazî kir
Amerîka amadekariya destpêkirina hewldana nû dike ku bi mebesta vejandina danûstandinan ji bo bidawîkirina şerê li Sûdanê.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîka vexwendinek fermî ji Hêzên Piştgiriya Lezgîn û Hêzên Çekdar ên Sûdanê re şand da ku di 14’ê Tebaxê de beşdarî danûstandinên agirbestê yên bi pêşengiya Amerîka li Swîsreyê bibin.
Antony Blinken diyar kir ku hevdîtinên ku tên pêşniyarkirin wê ji aliyê Erebîstana Siûdî û Swîsreyê ve bên destekkirin.
Her wiha li aliyên din ên weke Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Afrîka, Misir û Îmarat jî weke çavdêr beşdar bibin.
Li Sûdanê yek ji fermandarên Hêzên Piştgiriya Bilez hat kuştin



