Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna jinan ranewestiya, tevlî şoreşê bûn, pêşengiya wê kirin, nasnameya xwe û hêzên xwe ava kirin.Yekîneyên Parastina Jin kirin hêza yekem di Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê de.
YPJ bi pêşengî, têkoşîn û berxwedana xwe ya di şoreşa Rojava de bû modela hêza jin li asta cîhanê.
Derebarê tevlîbûn û bandora YPJ li ser jinan endamên Yekîneyên Parastina Jin nêrînên xwe anîn ziman
Serhildan Amed: Min qet xeyal nedikir ku ez ê bibim şervan
Şervana Yekîneyên Parastina Jin Serhildan Amed diyar kir ku ew ji pêşengiya YPJ’ê di şerê li hember DAIŞ’ê de bi bandor bû û tevlî bû û got:
“Min qet xeyal nedikir ku ez ê bibim şervan.
Me digot qey tenê jinên Kurd dikarin di vê qadê de cih bigirin.
Min dewreyên fikrî û leşkerî dît û min wateya şervantiyê û têkoşîna ji bo rizgarkirina jinan nas kir.”
Serhildan Amed: Em ê li ser fikrê Rêber Apo her dem têbikoşin
Serhildan Amed destnîşan kir ku ewê li ser riya Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan her dem têbikoşin ta ku Rêber Apo fîzîkî azad bikin.
Darîn Tebqa: Ez bûm şervan ji bo ku jinan ji koletiyê xilas bikim
Şervana YPJ’ê Darîn Tebqa a ji pêkhateya Ereb da zanîn ku piştî şehadeta her du birayên xwe yên di nava QSD’ê de biryar xwe ya tevlî bûnê da û got:
“Cesareta min nebû ku xwe biparêzim, lê belê îro berovajî vê yekê, ez bûm şervana ji bo ku jinan ji koletiyê xilas bikim.”
Herî dawî Şervanan bang li hemû jinan kir ku bibin xwedî vîn, hêz û têkoşîn ku bi tevlîbûna Yekîneyên Parastina Jin bigihîjin civakek azad û demokrat.



