Rêxistina Efû a Navdewletî teqez kir ku biryara efûya giştî ya ku berî çend rojan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye derxistin, ji bo pêkanîna dadmendiyê gaveke girîng e.
Rêxistinê got, ev biryar wê alîkariya bi hezaran kes a li vegere jiyana xwe ya asayî bike.
Her weha bang li NY û hevpeymaniyê het kirin ku hevrêziyê bikin, bi Rêveberiya Xweser re pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan jî çareser bike.
Rêxistina Efnûya Navdewletî biryara efû ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî li herêmê ragihandî bi erênî nirxand.
Biryara Rêveberiya xweser 21’ê Tîrmehê ketibû meryetê.
Di çarçoveya biryara rêveberiyê de, hezar û 512 kes wê bêne berdan.
Cîgira Rêvebera Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Aya Meczûb got:
Biryara nû wê rê li ber pêkanîna edaletê vedike.
Ev efûkirin dê cezayên mehkûmên Sûrî biguherîne da ku karibin jiyana xwe ji nûve dest pê bikin.
“Em ji efûya giştî ku gaveke girîng e, kêfxweşin”
Rêxistina Efûya navneteweyî daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir ku çarçoveya efûyê berfirehtir bike û welatiyên ji neteweyên din jî mîna Îraqê bigire nav xwe.
Rêxistinê ji bo deh-hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên girtî û malbatên wan yên di kampan de, ev tişt anî ziman:
Civaka navdewletî hemû bangên rêveberiya xweser yên ji bo piştigrî û piştevaiyê başguh dike.
Ji bo çareserkirina vê girêkê pêwîste hemû welat girtiyên xwe vegerînin û wan gorî qanûn û zagonên xwe dadgeh bikin.
Lê heta niha hemû bangên Rêveberiya Xweser yên ji bo çareseriyê têne paşguhkirin.
Ji bo dosya DAIŞ bang li NY hat kirin ku li gel Rêveberiya Xweser hevehengiyê bike
Rêxistinê teqez kir ku ji bo çareserkirina dosya DAIŞ li bakur û rojhilatê Sûriyê, divê NY hevkariyê bi Rêveberiya Xweser û hevpeymaniya navdewletî re bike.
Pêvajoyeke lêkolînê ya lezgîn ji bo çeteyên ku divê bên lêpirsîn û dadgehkirin bide destpêkirin.
“Nabe dosya DAIŞ û malbatên wan bê çareserî bimîne”
Rêxistinê bal kişand ser wê yekê ku nayê qebûlkirin pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan bê çareserî bimîne.



