Herêm li dijî tecrîda li Imraliyê û êrişên li başûrê Kurdistanê di nava çalakiyan de ne.
Li Kantona Firat, Cizîr, Reqa, Minbic û bajarê Helebê bi çalakiyên cûda tecrîd û êrişên dagirkeriyê hatin şermzarkirin.
Beşdaran peyama berxwedan û tekoşînê dan.
Dewleta Tirk a qirker li aliyekê tecrîda li Îmralî ya ser Rêber Apo dişidîne, li aliyê din jî bi êrişên xwe dixwaze dagirkeriya xwe berfireh bike.
Li dijî van polîtîkayan, xelkê Kantona Firatê daket qadan.
Li 4 kanton û bajarê Helebê gel li dijî polîtîkayên dewleta Tirk helwest nîşan dan
Gel ji Qada Jina Azad a Kobanê li hev kom bû û heta Qada Aştî meşiya.
Kesên ku di çalakiyê de axivîn behsa binpêkirinên dewleta Tirk kirin û wiha hate gotin:
“Dewleta faşîst careke din cezayê hevdîtinê li rêberê me birî.
Ev 4 sal e tu agahî ji rêberê me nayê wergirtin.
Em ji dewleta Tirk re dibêjin dê nekare bi tecrîdê me û rêberê me ji hev qut bike.”
Li heman bajarî ciwanên PYD’ê bi daxuyaniyek tecrîda li dijî Rêber Apo şermzar kirin.
Partiya Yekîtiya Dmokratîk PYD’ê daxuyaniyek da û behsa tevgera dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê kir û got:
Divê aliyên kurdistanî ji ku şerê birakujiyê çênebe bi erkên xwe rabin.”
Xelkên Girê Spî yê li Eyn Îsayê jî diyarkirin ku dewleta Tirk bi van polîtîkayên xwe mafê xwezayî yê Rêber Apo yê hevdîtina bi malbat û muwekîlê xwe re bin pê dike.
Kongra Îslama Demokratîk jî tecrîda li Îmralî û dagirkeriya li ser xaka başûrê Kurdistanê şermezar kir.
Kongrê got:
Dewleta Tirk tiştên ku li Sûrî kirine, niha jî li Iraqê dike.
Armanca wê jî berfirehkirina dagirkeriyê ye.”
Li Kantona Minbicê Meclisa Malbatên Şehîdan û Jinên PYD’ê bi daxuyaniyên cuda tecrîda li dijî Rêber Apo, êrişên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê şermezarkirin.
Ciwanên PYD’ yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî daxuyaniyek dan.
Ciwanana peyama berxwedan û tekoşînê heta bidawîbûna tecrîd û êrişan dan.
Li Şehbayê jî gel meşek hate lidarxistin.
Di meşê de tecrîda li ser Rêber Apo hate şermezarkirin.



