Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên bajarê Şerayê topbaran kirin.
Di danê êvarê de jî gundê Um El-Kêf yê li Til Temirê rastî êrişan hat.
Li gorî agahiyên nûçegihanê me bi dest xistine, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi guleyên obîs û hawnan gundên herêma Şehbayê topbaran kirin.
Li gorî agahiyan gundên Şewarqa, Tinibê û Malkiyê yên bajarê Şera yê kantona Efrîn û Şehbayê hatin topbaran kirin.
Di danê êvarê de jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên Til Temirê kirin.
Hate ragihandinê ku çeteyan gundê Um El-Kêf topbaran kirin.



