Neteweyên Yekbûyî raporek li ser birçîbûna seranserî cîhanê parve kir.
Li gor Neteweyên Yekbûyî di sala 2023’Yan de li cîhanê 733 mîlyon mirov birçîbûnê re rûbirû man.
Têkoşîna serketî ya li dijî pirsgirêka birçîbûnê ya cîhanî heya sala 2019’an ji ber krîza koronayê têk çû.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, di sala 2023’Yan de li cîhanê 733 mîlyon mirov di birçîbûnê de dijîn.
Ev hejmar ku ji sedî 9,1 ê nifûsa cîhanê ye, nîşan dide ku li gorî salên 2021 û 2022’yan di têkoşîna li dijî birçîbûnê de ti guhertineke girîng nîne.
Ev tê wê wateyê ku ji armanca derbaskirina pirsgirêka birçîbûnê ya gerdûnî heya dawiya salên 2020’an bêtir dûr ketin çêdibe.
Bi lêkolînên hatin kirin re hejmara kesên ku di sala 2019’an de di bin sînorê birçîbûnê de dijîn daket 581 milyon kesî ango ji sedî 7,5ê nifûsa cîhanê.
Sedemên pirsgirêka birçîbûnê ya gerdûnî
Her wiha li gorî rapora heyî gelek sedemên birçîbûna heyî hene.
Şerên li Sûdan û Rojhilata Navîn, zuwabûn, lehî û bûyerên din ên hewayê yên tund, zehmetiya gihîştina xwarinê û xizanî wekî sedemên girîng têne nîşandan.
Rapora ku her sal tê weşandin, îsal ji aliyê rêveberên gelek saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî ve bi raya giştî re hat parvekirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di peyama xwe ya vîdyoyî ya derbarê mijarê de destnîşan kir ku pirsgirêkên wek birçîbûn, bêewlehiya xwarinê û kêmxwarinê qeyranên cîhanî berdewam dikin û rapor vê rastiyê careke din derdixe holê.
Di Rapora Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî de jî pêşbînî tê kirin ku di sala 2030’an de li cîhanê 582 milyon kes bi kêmxwarinê re rû bi rû bimînin û nîvê van kesan jî dê li Afrîkayê bijîn.
Cindy McCain: Xwarin têra her kesî tê hilberandin
Rêvebira Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) Cindy McCain di nirxandina xwe ya li ser mijarê de diyar kir ku ji bo derbaskirina newekheviya gerdûnî divê zêdetir xebat bên kirin.
McCain MEK KEYIN bal kişand ser wê yekê ku têra xwarina her kesê ku li ser rûyê erdê dijîn tê hilberandin û diyar kir ku tevî vê yekê jî bi sed milyonan mirov ji birçîna dikevin.
Cindy McCain diyar kir ku sîstemên ku hilberîn û belavkirina berhemên xwarinê misoger dikin, ji ber newekheviyên aborî û civakî tên têkbirin û bal kişand ser zêdebûna bihaya xwarinê li gelek deverên cîhanê.
McCain MEK KEYIN diyar kir ku di van çar salên dawî de li 40 welatan bihayên xwarinê herî kêm ji sedî 50 zêde bûne û gelek malbat nikarin xwe bigihînin tiştên bingehîn.



