Li Rûsyayê helîkoptera leşkerî ya MI-28 li herêma Kaluga ya li nêzî Moskowê ket xwarê.
Li gorî agahiyên destpêkê helîkopter ji ber xeletiya teknîkî ketiye xwarê û komîsyoneke Fermandariya Hêzên Esmanî ya Rûsyayê li cihê bûyerê lêkolîn kir.
Li aliyê din Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Aleksander Sirskiy ragihand ku Ukraynayê bi balafirên bê mirov êriş birin ser tesîsên lojîstîk ên leşkerî yên li Rûsyayê.
Li Rûsyayê helîkoptera leşkerî ya MI-28 li herêma Kaluga ya li nêzî Moskowê ket xwarê.
Di daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn de hat diyarkirin ku helîkoptera leşkerî ya modela MI-28 di dema firîna plankirî ya li herêma Kalugayê de ketiye xwarê.
Her wiiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ekîbên helîkoptera ku ket xwarê jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin:
“Helîkopter li herêmeke çolistanî ket xwarê. Li cihê bûyerê xisar çênebû.”
Li gorî agahiyên destpêkê helîkopter ji ber xeletiya teknîkî ketiye xwarê û komîsyoneke Fermandariya Hêzên Esmanî ya Rûsyayê li cihê bûyerê lêkolîn kir.
Waliyê Herêma Kaluga Vladîslav Şapşa li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Şapşa diyar kir ku helîkoptera leşkerî ya modela MI-28 li herêma Kalugayê ketiye xwarê û rayedar li cihê bûyerê dixebitin.
Sirskiy: Ukrayna nêzî 200 tesisên binesaziyê yên Rûsyayê kirin armanc
Li aliyê din Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Aleksander Sirskiy ragihand ku Ukraynayê bi balafirên bê mirov êriş birin ser tesîsên lojîstîk ên leşkerî yên li Rûsyayê.
Balafirên bê mirov sêyeka fîloya Rûsyayê ya Behra Reş jî binav kir.
Hêzên Parastinê yên Ukraynayê dronên kamikaze yên dûravêj bikar anîn da ku êrişan li ser axa Rûsyayê pêk bînin.
Balafirên bê mirov beriya niha nêzî 200 navendên binesaziya krîtîk ên li Federasyona Rûsyayê kirine hedef.
Di hevpeyvînekê de ligel The Guardian, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Aleksander Sirskiy ragihand ku Rûsya xwedî berevaniya esmanî ya “pir xurt” e.



