Artêşa Îsraîlê li Xan Yunis a Şerîda Xezayê operasyonên xwe didomîne.
Artêşê di operasyonê de 5 kesên dîl ku ji 7’ê Cotmehê ve di destê Hemasê de bûn, cesedê wan dîtin.
Her wiha li Şerîa Rojava jî hêzên Îsraîlê herî kêm 11 Filîstinî binçavkirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku cenazeyên 5 dîlên ku di êrîşa Hamasê ya 7’ê cotmehê de hatibûn kuştin û ji wê demê va li Xezeyê hatibûn girtin, hatin dîtin.
Cenazeyên li herêma Xan Yûnis a li başûrê Xezeyê hatin derxistin, ku hêzên Îsraîlê vê hefteyê dest bi operasyonên nû kirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftina xwe ya li Kongreya Amerîkayê de anî ziman ku hikûmeta wî ji bo serbestberdana dîlên mayî hewlên zêde dide û ew di wê baweriyê de ne ku ev hewldan dê bi ser bikevin.
Rayedarekî Îsraîlî roja Çarşemê got, şandeke Îsraîlî dê di danûstandinên hefteya bê de ji bo agirbest û azadkirina dîl li Xezayê, bi navbeynkariya Amerîka, Misir û Qeterê, beşdar bibe.
Hemas ji bo bidawîanîna şerê li Xezayê dixwaze lihevkirineke agirbestê were îmzekirin, lê Netanyahu dibêje, heta ku Hemas têk neçe şer bi dawî nabe.
Li Şerîa Rojava herî kêm 11 Filîstinî hatin binçavkirin
Di nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê de hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê li bajarê Hebronê yê Şerîeya Rojava avêtin ser malên Filistîniyan.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di serdegirtinên li Hebronê de 10 Filistînî hatin binçavkirin û Îsraîlê deriyê sereke yê bajarê Qelqilyayê girt û ketin û derketina herêmê asteng kir.
Li gorî şahîdan leşkerên Îsraîlê li bajarê Tulkerim ê li bakurê Şerîeya Rojava bi ser gelek malan da girtin.
Leşkerên Îsraîlê jî li Ramallah, Cenîn û Nablusê avêtin ser malên Filistîniyan.
Unicef: Li Xezayê rewşa mirovî gelek girane
Li aliyê din UNICEF’ê ragihand ku li Şerîda Xezayê ku êrişên Îsrailê bê navber berdewam dike, rewşa mirovî gelek girane.
Dîrektora Bicihanînê yê Fona Alîkariya Zarokan ya Netewên Yekgirtî (UNICEF) Catherine Russell daxuyaniyek niviskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Li Şerîda Xezayê malbat her hefteya ku derbas dibe rû bi rûyê xofek din tên.
Êrişên hilweşînê yên li dijî dibîstanan berdewam dike.
Malbat ji bo ji bûyerên tundiyê dûr bikevin her tim neçar dimînin cihê xwe bi guherin. Rewşa mirovî gelek girane.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku zarok bi caran birîndar bûne û wiha hate gotin:
“Bijîşk û perestarên ku tu çavakaniyek wan tune, ji bo rizgarkirina jiyanan, têkoşînê dikin.
Bi hezaran zarokên keç û kur nexweşin, birçîne, birîndarin yan jî ji malbatên xwe dûrin.”
Catherine Russell da zanîn ku bi awayek demildest pêwîstî bi agirbestê heye û xwest ku qeyrana tê jiyîn bi dawî bibe.



