Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi sernavê “Pergala hevserokatiyê di navbera teorî û pêkanînê de” panelek li dar xist.
Meclisa Jinan a PYD’ê bi boneya salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi navê “Pergala hevserokatiyê di navbera teorî û pêkanînê de” panelek li dar xist.
Di panelê de endam û rêveberên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û kesayetên serbixwe amade bûn.
Panel li li Navenda Giştî ya PYD’ê ya li Qamişlo hat li dar xistin.
Di destpêka panelê de Endma Meclisa Giştî ya PYD’ê Arîfe Bekir bixêrhatina beşdaran kir.
Piştre Berdevka PYD’ê Sema Begdaş çarçoveya bernameya panelê de axivî.
Sema Begdaş diyar kir ku armancên wan bi vê panelê bi awayekî rast xwe gihandina sîstema hevserokatiyê ye.
Sema Begdaş dazanîn ku ji dîrokê heya niha têkoşîna jinan a hemû qadên jiyanê girîng e.
Piştî nirxandinan der barê mijara sîstema hevserokatiyê de sînevîzyonek hate temaşe kirin.
Panelê bi nîqaş ,nêrîn û nirxandinên beşdaran bi dawî bû.



