HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Bi şehadetên xwe, ji bo hemû hevrêyan û gelê me bûn sedema xurtkirina têkoşînê.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Metînayê şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê derbarê şihadeta gerîlayan ev agahî par ve kir:
Hevrêyên me Newal Mêrdîn, Jiyan Rêdûr û Dijwar Keleş 30’ê Hezîrana 2024’an li Metînayê şehîd bûn.”
Dilê van hevrêyên me, ji bo xeyala Kurdistaneke azad lê dida û bêdudilî têkoşiyan.
HPG’ê diyar kir ku hevrêyên wan Newal, Jiyan û Dijwar di her kêliya jiyana xwe de bêyî ku rê bidin dagirkerî û xiyanetê, xwe bi temamî ji bo azadiya gelê me feda kirine û got:
Hevrêyên me, li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê li nava eniyên berxwedanê yên li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê cih girtin û rûmeta gelê me parastin.
Bê guman ew ê bibin kevirê bingehîn ê Kurdbûna azad a serkeftî, bi şehadeta xwe bûn sedema têkoşînê ji bo hemû hevrêyên xwe û gelê me.
Hevrê Newal li dijî asîmîlasyon û hemû êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a qirker, karî ziman û çanda xwe biparêze. Bi vî awayî di çerxa dijmin a qirker de şikandinek pêk anî.
Hevrê Dijwar jî di pêvajoyeke ku êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmên parastina medya zêde bûn tevlî têkoşînê bû û bi xeyala kurdistanekî azad her kêliyê bersiva dijmin da.
Hevrêya me jiyan jî yek kêliyê dudilî nebû û bi wêrekî bi ser dijmin de çû, bû heleqekî girîng a berxwedana di pêşengiya YJA Starê de.
HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û soza da ku têkoşînê bigihînin serketinê û bersivek xurt bidin êrîşên dewleta Tirk a qirker-mêtinger û xeta xiyanetê.
Agahiyên derbarê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Newal Mêrdîn
Nav paşnav: Nûdem Kurt
Cihê jidayikbûnê: Îzmîr
Dayik: Feyruze
Bav: Şakir
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Hezîrana 2024’an / Metîna

Nasnav: Dijwar Keleş
Nav paşnav: Serdar Duşerge
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Bahriye
Bav: Fahrî
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Hezîrana 2024’an / Metîna

Nasnav: Jiyan Rêdûr
Nav paşnav: Darşîn Musa
Cihê jidayikbûnê: Şam
Dayik: Fatma
Bav: Mihemed Elî
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Hezîrana 2024’an / Metîna



