Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna xwe ya salane li Reqayê bi beşdariya 250 delegeyî lidar xist.
Di civînê de jinan teqez kirin ku ji bo pêşxistina hemû jinan kar û xebat bidin meşandin.
Civîn bi encamnameyekê bidawî bû û ji xalên bingehîn bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê ji bo rizgarkirina Rêber Apo.
Kombûna Jinan a Zenûbiya yên li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêra Zorê li Tebqayê li hev kom bûn û civîna xwe ya salane lidarxistin.
Di civînê de nêzî 250 jin ji her çar kantonên navborî amade bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan nirxandinên Rêber Apo û rapora salane ya kar û xebatê Meclisa Kombûnê hatin xwendin.
Pişt re sivizyonek derbarê çalakiyên ku endamên kombûnê li herêmê lidarxistine hate pêşandan.
Di civînê de deriyê nîqaşê hate vekirin û jinên beşdar nêrînên xwe anîn ziman û gotin:
“Ji bo çareserkirina hemû pirzgirêkên jinan, divê em xwe bighînin hemû jinên li herêmê û Sûriyê jî.
Herî bêtir jinan ji vê aloziyê bandorî dîtiye û azar kişandiye.
Civîna Kombûna Jinan a Zenûbiya bi encamnameyekê bidawî bû, hin ji xalên bingehîn jî ev in:
- Ji bo azadkirina Rêber Apo bifîzîkî, bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê.
- Berdewamkirina xwendina pareznameyên Rêber Apo.
- Amadekirina panelekê derbarê rewşa Rêbertî ya tenduristî de.
- Xebat ji bo amadekirina Konferansekê li ser Siyolojiya Azadiyê.
- Xebat ji bo lidarxistina meşên girseyî yên biserkêşiya rêxistinên jinan û jinên ciwan.
- Ji bo lidarxistina Mîhrîcanekê di roja 4 Nîsanê de xebat were meşandin.
- Têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan û êrişên dewleta Tirk bêxurtkirin.
- Zêdekirina perwerdeyên vekirî û girtî.
- Belavkirina û şîrovekirina têgeha ekolojiyê.
- Di bin silogana ‘ Bi yekgirtina jinan, zilma DAIŞ’ê bidawî bû’ amadekariyên lidarxistin şahiyekê li Reqayê.
- Piştgiriya ciwan û jinên ciwan û pêşxistina wan.
- Xebat ji bo vekirina akademiya şehîd Zelal Zagros li Dêra Zorê.
- Rêxistinkirina karên cuda ji bo jin aboriya xwe bi xwe bidestbixe.



