QSD’êli bajarokê Mergeda çeteyek DAIŞ’ê kuşt
Li bajarokê Mergeda yê gundewarê Dêrazorê hêzên teybet YAT yên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li dijî çeteyekî DAIŞ’ê operasyonek ewlehiyê li dar xist.
Di operasyonê de çete xwe radest nekir û gule li hêzên YAT’ê reşandin.
Di bersivdayînê de ew çete hate kuştin û gelek çek û cebelxane pê re jî hate girtin.



