Li gelek bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyan bi çalakiyên cûrbecûr tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û banga bilindkirina têkoşînê kirin.
Li gelekên bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyan bi çalakiyên cûrbecûr tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û banga bilindkirina têkoşînê kirin.
Şêniyên bajarê Qamişlo bi meşekî girseyî cezayên nû yên li dijî îmraliyê şermezarkirin.
Di meşê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.
Şêniyên bajarê Eyn Îsa û koçberên bajarê Girê Spî yê dagirkirî jî bi meşekê tecrîd şermezar kir.
Meş heta bi Çerxerêya Şehîd Cûdî çû û li wir vegerî mîtingê.
Li wir endama rêveber a Kongra Star a bajarê Girê Spî Hedle Hac Muslim destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Apo li dijî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî ye.
Rûspiyê eşîra El Boesaf, Hemed El Qerace got:
“Rêber Abdullah Ocalan nirxên lehengî û fedakariyê ji bo rizgarkirina herêmê ji bindestiyê temsîl dike.”
Her wiha, rûspiyê eşîra Tey a Ereb, şêx Elî El Mihêmîd jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û cezayên dîspilînî yên li ser îmraliyê şermezar kirin.
Di heman çarçoveyê de, ciwanên rêxistina PYD’ê ya bajarên Dirbêsiyê û Til Birak bi daxuyaniyeke hevbeş tecrîd û bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide planên xwe yên komploya navneteweyî li dijî gelên herêmê bidomînin û wiha hate gotin:
Ciwanan bang li rêxistinên hiqûqî kirin ku erkên xwe yên mirovî bicîh bînin.
Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê jî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke konvedanê li kantona Minbicê li dar xist.
Di çalakiyê de şênî, endamên saziyên sivîl, leşkerî û rûspiyên eşîran beşdar bûn.
Çalakgeran diyar kirin ku dewleta Tirk hewil dide bi tecrîdê fikrê Rêber Apo asteng bikin lê ew yek ne pêkane.



