Çalakvanên Çemçemalê derbarê êrişên dagirkeriya tirk li ser başûrê Kurdistanê û bêdengiya aliyên siyasî yên herêmê de axivîn.
Çalakvanan got ku divê gel û hêzên siyasî li beramberî dagirkeriya Tirk, yekdeng û yekgirtî bin.
Rojnamevan û çalakvanên bajarokê Çemçemal ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser başûrê Kurdistanê û bêdengiya beramberî vê dagirkeriyê de, axivîn.
Çalakvan Ferhad Mela Yunis bal kişand ser bêhelwestiya hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê û got:
Dewleta tirk bi çi mafî destwerdanê li axa me dike û rez û baxên me dişewitîne.”
“Divê hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bêdengiya xwe derkevin”
Ferhad Mela Yunis diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd wek laşek mirî bijî û bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.
Çalakvanên Çemçemalê banga yekgirtinê li hemberî dagirkeriya Tirk kirin
Ji ber bêdengiya giştî ya heyî, dewleta Tirk a dagirker li gel hezaran leşker û bi sedan tank û wesayîtên leşkerî bi kurahiya 40 km hatiye nav axa Herêma başûrê Kurdistanê û Iraqê.
Rojnamevan û çalakvanên Çemçemalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker banga yekgirtinê li aliyên Kurd û gelê Kurd kirin û wiha gotin:
“Ti carî xwe spartina hêzên hegemon ji bo parastinê ji dagirkeran nebûye çareserî.
Ji bo wê divê em wek gelê Kurd li dijî dagirkeriya heyî bêdeng nemînin.”



