Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî diyar kir ku hincetên “cezayên disiplînê” yên tecrîda li Îmraliyê derqanûnî ne û got:
“Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike.”
Parêzera OHD’î Rengîn Ergul jî diyar kir ku rayedarên dewleta tirk di rûniştinên NY’ê de bersiv neda pirsên têkildarî “cezayên disiplînê”.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî tecrîda li ser Rêber Apo nirxand.
Emran Emekçî diyar kir ku mînaka vê tecrîdê li cîhanê nîne û got:
“Di rapora CPT’yê ya di 2013’an de hat tespîtkirin ku ev biryareke polîtîk e.
Qedexeya hevdîtinan, berdewamiya israra di siyaseta neçareseriyê de ye.
Ji ber ku birêz Ocalan di hevdîtina dawî ya bi parêzeran de digot; ‘Ez ji bo çareseriyê amade me.’ Biryarên li hundir ên bêyî parêzeran rewa nînin.
Ji ber ku ne li gorî qanûnan e û hincetên wan razber in. Ev biryar derqanûnî ne.”
Emekçî anî ziman ku Tirkiye biryarên DMME û NY’ê bi cih nayîne û wiha got:
“Vê cisaretê ji Ewropayê digire.
Divê CPT li gorî hiqûqa xwe tevbigere.
Divê Ewropa jî ji bo berjewendiyên dîplomatîk hiqûqê feda neke.
Tevî hemû derhiqûqtiyan jî dê hewldanên me bidomin. Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike.”
Parêzer Ergul: Tirkiyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘Cezayên Disiplînê’
Li aliyekî din jî Rûniştinên 56’emîn ên Komîteya li Dijî Êşkence û Muameleyên din ên Zalimane, Dermirovî û Biçûkxistinê ya NY ku di 8’ê tîrmehê de det pê kiribûn, îro bi dawî dibe.
Parêzer Rengîn Ergul ku li ser navê OHD’ê beşdarî rûniştinan bibû, têkildarî mijarê axivî.
Rengîn Ergul da zanîn ku Burokratên tirk îdia kirin ku ji ber cezayên disiplînê destûr nayê dayîn Rêber Apo hevdîtinan bike û got:
“Komîteyê pirsî bê ka ev çend demeke cezayên disiplînê tên dayîn, qanûn çiqasî destûrê didin vê, dirêj ajotina cezayên disiplînê li Tirkiyê xwedî çarçoveyeke yasayî ya çawa ye û hincetên wan pirsî.
Lê rayedarên tirk bersiva van pirsan neda. Dê piştre bi nivîskî bersivê bidin. Em ê bişopînin.”
Rengîn Ergul diyar kir ku ji bo têkoşîneke maf bi ser keve, divê ji her alî ve piştgirî jê re were kirin û wiha domand:
“Divê rejîma li ser birêz Ocalan tê ferzkirin rojeva sereke ya hemû kurdan be.”
Profesorekî Zanîngeha Otonom a Barcelonayê tecrîda li ser Ocalan nirxand



