Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku divê li her derê têkoşîn mezin bibe û bidome û got:
“Divê li dijî êrîşên dagirkeriyê û xiyanetê bertekek hîn xurttir bê nîşandan
Tişta ku PDK dike, tam namerdî ye, divê ti kes li hemberî vê bêdeng û bêhelwest nemîne.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû têkildarî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, xiyaneta PDK’ê û geşedanên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.
Karasû nerazîbûn nîşan da ku dewleta Tirk hewl dide li ser tecrîda Îmraliyê bazariyê bike û got:
“Li ser Rêbertî şantaj li me tê kirin. Ev şantaj hate redkirin.
Ev helwesta PKK’ê ye, helwesta Apoyî ye, helwesta Rêbertî û gelê me ye. Ev nîşan dide ku dewleta Tirk tengav bûye.
Em hîn tengavtir bikin.”
Mûstafa Karasû: Li dîjî tecrîdê têkoşîn wê li her derê bidome
Mûstafa karasû ji bo CPT jî ev nirxandin kir:
“Helbet CPT jî li hemberî têkoşîna me zehmetî dijî, dewleta Tirk jî zehmetî dijî.
Dewleta Tirk li Ewropayê di civîna têkildarî tecrubeya Rêbertiya me hatî kirin de, înkar kir. Got, ‘tecrîd nîne’.
Polîtîkayên dewletê yên dijminatiya Kurdan û Rêber Apo ye. Belê tengav bûn.
Em ê hîn tengavtir bikin. Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin.”
Mûstafa Karasû: Îxaneta PDK’ê di asta herî jor de ye
Mûstafa Karasû li ser dagirkeriya Başûrê Kurdistanê jî nirxandin kir û ev yek anî ziman:
“Belê, leşkerên Tirk êrîş dikin, lê divê bi vî rengî were fêhmkirin.
Di vê qonaxê de divê weke êrîşa PDK’ê were fêhmkirin.
Gotina ‘Em ê mifteyê bigirin’ tê wateya ‘Me îxaneta PDK’ê derxist asta herî jor, em wan di her alî de bikar tînin.’ Divê em gotina wan wiha fêhm bikin.
PDK’ê bi temamî destekê dide dewleta Tirk.”
Mûstafa Karasû: Wê têkoşîn heya dawiyê dewam bike
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû hevkariya PDK’ê bêrûmetî pênase kir û wiha bi dawî kir:
“Ya rast, tişta ku PDK’ê dike bi rastî jî bêrûmetiye. Hin cih hebûn. Di rastiyê de hevalan dikarîbûn qet endamên PDK’ê nedabana wir.
Lê belê hevalan, digotin PDK’ê jî Kurd e, destûr dan ku li hin cihên nêz bi cih bibe.
Niha ev nêzîkatiya tevgerê, gerîla tê bikaranîn. Ne mimkûn e ku dewleta Tirk encamên ku dixwaze bistîne.
Yanî têkoşîna di vî warî de wê heta dawiyê dewam bike.”



