Li Parisê ev demeke amadekariya ji bo lîstîkên olîmpiyatê tên kirin.
Bi saetan beriya destpêkirina Lîstikên Olîmpiyadê yên li Parîsê, li ser xetên trêna bilez êrîş hatin kirin.
Ji ber zirara xetên trênê gelek sefer nikarin bên kirin.
Li Parîsa paytexta Fransa, çend saet beriya destpêkirina merasîma vekirina Lîstikên Olîmpiyadê, li ser xetên trênên bilez ên li Parîsê çend êrîş hatin kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Şîrketa Rêyên Hesinî ya Fransî ve hat dayîn de hat ragihandin ku ji ber “çalakiyên xirabkirinê” yên ku li sê xetên trêna bilez hatine kirin sewqiyata giran hatiye astengkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên nasnameya wan nediyar bi şev li ser xetên trêna bilez ên bi navê TGV êrîş pêk anîne.
Her wiha hat ragihandin ku hin xet jî hatine şewitandin.
Xetên li bakur, rojhilat û peravên Atlantîkê yên welêt ji çalakiyan bandor bûn.
Berî vebûna Olîmpiyatê êrîşî xetên trênê hat kirin
Di daxuyaniya ku ji Şîrketa Rêyên Hesinî ya Fransî de hat destnîşankirin ku bûyer “Êrîşeke mezin a ji bo astengkirina şebekeya trêna bilez e.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek seferên ku bi xeta trêna bilez a TGV ve girêdayî ne divê bên betalkirin û xebatên tamîrkirina xetan dê “herî baş dawiya hefteyê” bidomin.
Di daxuyaniya xwe ya li ser platforma X’ê de, Wezîrê Veguhastinê yê Fransî Patrice Vergriete êrîş wekî “çalakiyên xerab ên koordînekirî yên li dijî gelek xetên TGV” binav kir.
Li Fransayê ji ber Lîstikên Olîmpiyadê tedbîrên ewlehiyê zêde ne.
Li Parîsê tedbirên ewlehiyê hatin zêdekirin
Di lîstikan de nêzî 35 hezar polîs, cenderme û 18 hezar leşker nobetê digirin.
Di merasîma vekirinê ya vê êvarê de, sekvan û kamerayên zekaya çêkirî jî wê qada merasîmê biparêzin.
Midûriyeta Polîsan a Parîsê ragihand ku li rawestgehên trênê yên li paytextê tedbîrên ewlehiyê zêde kirine.



