Neteweyên Yekbûyî piştî rûniştinên li Cenevreyê rapor amade kir û xwest ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.
Komîte diyar kir ku ew jî rewşa Îmraliyê bi fikarin û divê mercên Îmraliyê bên başkirin.
Her wiha di rapora komîteyê de hate xwestin ku Tirkiye heta 26’ê Tîrmeha 2025’an têkildarî binpêkirinên di rapora çavdêriyê de cih digirin agahiyê bide komîte yê.
Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku 8’ê Tîrmehê li bajarê Cenevreyê dabû destpêkirin, bi dawî bû.
Komîteyê piştî raporan û hemû pêşkeşiyên hatin kirin rapora xwe ya çavdêriyên li ser Tirkiyeyê weşand.
Di rapora çavdêriyê ya ji 50 xalan pêk tê de li ser binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê hate amadekirin û hat pêşniyarkirin ku bê şopandin.
Nirxandinên komîteyê yên li ser tecrîda mutleq a li Îmraliyê dewam dike derketin pêş.
Komîteyê di rapora xwe de got:
“Piştî girtina wan heta 24 saetan destûra hevdîtina bi parêzeran re dikare were sînordarkirin, carînan gumanbar bêyî ku bişêwirin an jî parêzerên wan hebin têne lêpirsîn û nepenîtiya hevdîtinên di navbera parêzer û muwekîlan de nayê misogerkirin.”
Komîteyê di rapora xwe de diyar kir ku ev ji rewşa heyî bi fikarin û gotin:
“Komîte bi fikar e ku di hin rewşan de parêzer xwe negihînin hemû dosyayên muwekîlên xwe û li Girtîgeha Îmraliyê cezayên dîsîplînê li ser girtiyan hatiye birîn û ev yek jî bûye sedema qedexeya bêsînor a hevdîtina girtiyan a bi parêzerên xwe re.”
Komîteyê di rapora xwe de bal kişand ser mercên tecrîdê û got:
“Komîte têkildarî Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê ji 25’ê adara 2021’an ve di hucreyan de tên ragirtin bi fikar e û diyar dike ku hin girtiyan zêdetirî 9 sal in bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine.”
Her wiha di rapora komîteyê de hate xwestin ku Tirkiye heta 26’ê Tîrmeha 2025’an têkildarî binpêkirinên di rapora çavdêriyê de cih digirin agahiyê bide û wiha bi dawî kir:
“Komîte ji dewleta xwedî alî daxwaz dike ku hevdîtina malbat û parêzeran a girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin bê hêsankirin, mewzûata di dema rewşa awarte de ketiye meriyetê û sûd wergirtina ji qanûnên bingehîn asteng dike bê rakirin û der barê şopandina van pêşniyaran de agahiyê bide.”



