Rojnamevanên Misirî têkildarî dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûrê Kurdistanê Iraqê, Sûriye û Rojava axivîn û diyar kirin ku ji bo rawestandina êrîşan pêwîstî bi tevgereke Erebî heye.
Rojnamevanê Misrî Fethî Mehmûd anî ziman ku ev dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriye û Iraqê ne nîşan dide ku rejîma Tirk di nav şert û mercên siyasî yên zehmet re derbas dibe û got:
“Ev êrîş bandorê li gelê bêguneh dikin û binesaziya herêmên Kurdan dikin hedef.
Ev yek tê wateya binpêkirina hemû pîvanên navneteweyî.”
Rojnamevan Welîd El-Remalî jî diyar kir ku raporên Amerîkayê nîşan didin ku zêdetirî 300 tankên Tirkiyê derbasî nava axa Iraqê bûne û got:
“Komîteyeke erebî ji bo rûbirûbûna destwerdanên Tirkiyê li welatên Ereb hatiye avakirin, lê mixabin ji nişka ve ev komîte ji nav çû.
Helwesta Ereban li hember êrîşan qelse.
Hin aliyên Îraqî jî di rûbirûbûna dagîrkerîya Tirkîyê de xemsar in.
Malbata Barzanî ji bo dagirkeriyê, piştgiriyê dide Enqereyê. Divê welatên Ereb li dijî van êrîşan tevbigerin.”
Êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin



