Kongra Star li dijî biryara darvekirinê ya derbarê rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî hatî dayîn,li kobanê daxuyanî da û got:”Em ê li dijî her sûcên li ser jinê rabin û em ê tokoşîna xwe bilindtir bikin.”
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa gelan bi pêşengtiya jinê hat despêkirin.
Ev şoreş bû şoreşa mirovahiyê. Di bin şert û mercên herî zor û zehmet da ji bo hemû pêkhate bi hevre bikarin jiyanek azad û wekhev bijîn.
Pêşberî hemû dinyayê her roj jin tên qetilkirin.
Ji bo civak û gel bikaribin bi rengekî azad û bi aram bi hev re bijîn, bê guman têkoşîna hevpar pêwist dike.
Em biryara ji bo darvekirina jinên bi navê Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî hatî dayîn, bi tundî şermezar dikin.
Em bang li rejîma sêdarê dikin ku demildest destên xwe yên qirêj li ser jinan rake.
Girtiyên Jin ên li girtîgeha evînê ji bo Pexşan Ezîzî çalakiyan li dar dixin



