Duh ciwanek bi navê Ehmed Îzet di çemê Firatê de xeniqî.
Ciwanê bi navê Ehmed Îzet (26) ê ji gundê Helincê yê Kobanê, duh dema di çemê Firatê de avjenî dikir, xeniqî.
Şahidên bûyerê diyar kir ku Ehmed Îzet li nêzî Pira Qereqozaqê ya li başûrê Kobanê di çem de xeniqiye.
Hevalên Ehmed û endamên Hêzên Asayîşê di saetên derengiya şevê de cenaze ji çem derxist û bir mala malbata wî.
Ji destpêka vê havînê ve 6 bûyerên xeniqînê li Kantona Firatê çêbûne.



