Şeva borî balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî derdora gundê Gelale ya ser bi bajaroka Şarbajêr ya girêdayî Silêmaniyê bombebaran kirin.
Di derbarê bombebaranê de Qeymeqamê bajaroka Mawet Kameran Hesen agahî da ajansa Rojnewsê û got:
“Ji ber bombebarana şeva borî şewatek berfireh li derdora gundê Gelale derketiye û heta niha jî agir nehatiye vemirandin.”
Kameran Hesen diyarkir ku ji ber şewatê ziyaneke zêde gihaye rez û baxên welatiyên deverê.



